... Warê zozana warê Sîpanê Xelatê tev hênik bû. Ewder hola mîhrîcanê bû. Mirov li wan deran pêş dikevin. Mirovê "hemdem" qîma xwe bi wan deran naynin. Ew hînî bêhna daşir û sergîna b>ûne. Jiyan hezkirinê xweş dike. Jiyana ku mirov ji xwe re bike bingeh di bin baskê Sîpanê Xelatê de bû. Ew her tim rengîn bû bihar. Dema li Sîpan dibe zivistan agir dikeve pêsîra biharê. Jiyan bêdeng bide û xwe birîndar dibîne. Lê dema ku berf dihele giya şîn dibe kulilk serê xwe radikin demê çilmisandinê digedin dema çeng şoxê dest pê dike..