Em bêçareyên demên modern ku dilê me birîndar û hişê me tehl bûye; ji aliyê xwendina çavkaniyên kevneşopiya me ya îrfanî ve em li hemberî tengasiyên dijwar in. Ne ev tenê em ji aliyê xwendina berhemên îrfanî û hîkemî ve jî bi pirsgirêkeke wiha re rû bi rû mane: Ji ber ku ev berhem tecrubeyên manewî yên nivîskarê wan in em nikarin wan mîna vegotinên modern bixwînin têbigihîjin û bi vî awayî ji wan îstîfade bikin.
Mesnewî hemû di hijdeh beytên pêşî de veşartî ye. Sirrên hijdeh beytên pêşî jî di beyta pêşî de ye.