Siyahpoş jî yek ji wan şairên me yên klasîk e ku di edebiyata Kurdî ya Klasîk de çawa di derheqê gelek şairan de agahdarî û nîşanî bi dest me neketine di berbareyê cihê Sîyahpoş lê hatiye dunyayê de jî tiştên ku me piştrast bikin mixabin nînin. Profesor Qanatê Kurdo di berhema xwe ya Tarîxa Edebiyata kurdî de hema em bêjin tu agahdariyan di derheqê vî şairî de nade. Derbareyê wextê jîyana wî her çend tarîxa ku me ji vê berhema wî derxistî hebe jî d derheqê bajar û herêma Sîyahpoş de gotinên curbecur hene. Li gor hinekan ew ji Diyarbekirê ye li gor Celîlê Celîl û Feqî Huseyn jî ew ji devera Urmiyê ye. Celîlê Celîl dibêje ku navê wî yê rast Muhemmed Cewad e û ew xelkê derûdora Urmiyê Têrgever Mêrgever û Salmasê ye. Bi rastî jî mirov her çend di vê babetê de nikare tiştekî bêguman û bêşik bibêje jî mirov gava berhemên wî dixwîne dihête dîtin ku ihtimal heye ku ew ji herêma alîyê Urmiyê di Mêrgeverê be. Lewra her çend ev şaire şairek klasîk be jî di dema jîna wî de li herêma Diyarbekirê ziman û diyalektek wisa îhtîmalek zeîf e ku hatibe karînan. Lê dîsa jî tenê ji bo zarave û devokan mirov nikare şairekî li ser cihekê mohr û qeyd bike anko di derbareyê cihê jidayikbûna Sîyahpoş mixabin em xwedî em xwedî agahdariyên piştrastker nînin.
Karê şemê her şewat e muhbetê sohtinê ye
LEw disojitin Îranî şubhetê Perwaneyê.