Nikaribû bi dilê xwetiştek di nava wî de dilebitî.. ev çi bû? Belkî evîn bû ma ev çawa evîn bû. Ne dengbêjan ne dîlokvanan ne şervanan behsa evînek wisan kiribûn. Eşqa Kejê şewqek diavête qelbê wî. Ji qelb hezjêkirinek derdiket li temamê cîhanê belav dibû. Şev dibû roj agir dibû nûr neyartî dibû dostanî Ev hezjêkirin li ser milê bayê siwar dibû ji vir diçû ser ewran wek baranê dibû rehmet bi ser erdê de dirijiya Ev eşq piştre diçû bin erş dibû sî li ser îns û cinan.