Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me lêkolîn û lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçûyî medreseyên Kurdan Mela Birhanê Tarînî ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye medreseyên me û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de mijara medreseyan tîne dixe rojeva me.
Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen reng e ku mirov bibêje riziyaye an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng piştî ku behsa dîroka medreseyên me hejmara wan rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan zanista Kurdan û wêjeya Kurdî de dike îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye lê kêm kes behsê jê dike eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me mifredeta wan pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd.
Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û "medreseyên me yên welatparêz" divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê berhemeke hêja Medrese Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ji Mela Birhanê Tarînî.