Beşek ji destpêka çîrokê:
Hebû tunebû li welatekî dûr axayekî pirr dewlemend hebû. Navê wî Nêçîrvan Axa bû. Baxçeyekî wî yê xweşik û pirr mezin hebû. Gul û kulîlkên reng bi reng di nav vî baxçeyî de şîn dibûn. Gava bîhna gulan li nav baxçe belav dibû meriv ji wê bîhnê mest dibûn. Ji vî baxçeyê xweşik û mezin re digotin Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên Baxçeyê Heftreng bîhn bikin û li rengên wan ên xweşik temaşe bikin ji welatên dûr meriv dihatin dîtina Baxçeyê Heftreng. ...