Simbilên gênim digihane serê siwarên hespan. Ce û nîsk li ser hev tewiyabûn.
Mêwên tirî darên hêjîr xox sêv behîv; her cure fêkî barê xwe qenc girtibûn.
Riwê gundiyan geş dilê wan xweş bû. Şûr simbêlên wan nedibirî.
Parvekirin! Gelo tiştekî ji parvekirinê xweştir heye? Tew tişta ku tê parvekirin ked be; bidil û jidil be...