Dile Kuren Min
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      64
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13 x 19,5
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786055585143
    12,00 TL
    8,64 TL
    ÜRÜN TÜKENDİ
    Kitêba şi'ran a Kamiran Alî Bedirxan "Dilên Kurên Min" ku di sala 1932yan de di nav weşanên Hawarê de li Şamê derketibû piştî 82 salan ji nû ve di nav weşanên Avesta de derket.
    Li jêr em ji kitêbê şi'ra bi navê "Xebat" çap dikin.

    Xebat

    Kekinon werin xebatê
    Sibe bûye roj helat
    Bi zanîn û mektebê
    Ava dibe ev welat

    Werin werin dibistan
    Dergehê xwe vekirî
    Werin her rûj zêdetir
    Bi zanînê bikêr î

    Werin lawinon mektebê
    Mêkteb hêlîna me ye
    Bibezin zû lez werin
    Zanîn hevîna me ye.

    Roj kaniya ruhnî ye
    Mekteb kaniya zanîn
    Dê û bavên me hemî
    Keç û lawên xwe anîn

    Werin werin mektebê
    Hêlîna me dibistan
    Bi xwendin û zanînê
    Ava dibe Kurdistan.

    KAMIRAN ALÎ BEDIRXAN
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır