Wendabûn herçiqas romaneke klasîk be jî pirrhêl e; lewra bi hebandina şopên gotegot fantazya mîstîsîzîm û realîzmê
rêwîromaneke li ser xaçerêka di navbera klasîzm û modernîzmê de ye. Ş. Bekirê Soreklî qereqterê xwe li hêlekaneke giyanî
suwar kiriye; geh dibe (me jî dibe) aîdiyeta welatekî bênavnîşan û geh dibe aîdiyeta dinyayeke bêsînor. Pireke giyanî û şiûrî di
navbera bê-welatî û bê-gerdûniyê de saz kiriye me jî ligel serekqereqterê xwe ji tenêtiyeke teng dibe li tenêtiyeke berfirehtir
diqesidîne. Wendabûn rêwîtiyeke şiûrî ye; ne destpêk heye ne dawî. Dergehê wê ji her rêwî re vekirî ye.
Vê rêwîtiya giyanî vê monologa tenêmayiyekî wendayî vê şiûra kurmancî li benda rêwîxwendevanên xwe ye.
Fermo daxilî vê "Araf"ê bibin!