Bêbavî) Ji serî heta dawiyê meriv dikêşe nava xwe û mereqê li meriv bilind dike ka ew ê bibe çi. Heta dawiyê jî bi xwendina xwe xweş e... Fînal tune û li wir metn dibe weke tabloyeke hunerî tabloyeke surrealîst û êdî dimîne li ser xwendevan ku ji xwe re fahm bike ji xwe re lezeteke edebî jê werbigire.
Hesenê Metê
Şêxo Fîlîk (...) xwendevên dike rêwî; ji "bersivên xumam" berî dide "pirsên zelal". Na di vê sehekê û pêhesînê de problemeke bêreng heye: ne mere dikare ji "bersivên xumam" bawer bike û ne "ji pirsên zelal". Lewra ne tam bi awayekî pêewle ji "berbelavbûnê" berê xwe daye "yekûnê" û ne ji "yekûnê" berê xwe daye "berbelavbûnê". Ji ber vê nepêewlebûnê "pirs" û "bersiv"ên xwendevên jî daxilî nava "pirs" û "bersiv"ên çîrokê dibin û xeleka "yekûn" û "berbelavbûn"a tevgeriyayî bergeha xwe firehtir dike. Her pirs bersivekê dihukumîne û her bersivek pirsekê.
H. Kovan Baqî