Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd
Mihemed Resûl Hawar
Mamoste Mihemed Resûl Hawar kedeke gelek mezin daye; hemû kitêb rojname kovar belge û arşîvên li ser Simko û tevgera wî hene çi yên di leh û çi yên di eleyhê de- şeh kirine û bi awayekî berawirdî-rexneyî daye ber xwe û wekî kitêbeke hecma wê mezin amade kiriye.
Bêguman serhildan û şoreşa Simko ne tenê berhema Simko bi xwe ye. Ew bûyer û serpêhatî ji ber xwe ve nekelîne. Hemûyan bi Simko û di wextê Simko de dest pê nekirine û beriya Simko jî zincîrek serpêhatî bûyer serhildan û şoreşan rû dane. Dema ku Simko bûye desthilatdar û di herêma xwe de hevsarê şoreş û serhildanê girtiye destê xwe; wî pişta xwe daye gelek serpêhatiyên dîrokî yên beriya xwe ku xelekên zincîra wan serpêhatî serîhildan û şoreşên beriya wî yên nîvco mane temam bike.