Sosinê:
Erê birano xwişkno! Tika dikim nepirsin bê ew kî bû ji ku bû? Hildana navê wî ji bo min ji vexwarina tasek jehra maran dijwartir e. Sîwana me yek xwarina me yek bû lêbelê Xwedê jî dizane ne bavê zarokên min bû.
Êdî kesek bi ser wê de nediçû. Sosinê di nav nivînan de roj bi roj diheliya. Êdî parsûyên wê xuya dikir. Roniya çavên wê zenûntir û rengê rûyê wê jî gewrtir dibû.