Feqiye Teyran hozanvaneki kurd e kevnare ye. Ew yek ji wan hozanvanen kevintirin e yen ku bi zimane kurdi helbest nivisine. Helbestvan feylesof çiroknivis u destanniviseki behempa ye di diroka wejeya kurdi de. Nave wi ji biçuk u mezinan ta pir u kalan ji xortan ta jin u zarokan di nav xelke de belav e. Di nav kurdan de bi nav u deng e. Çendan ku nave wi tete zanin ji Feqiye Teyran ta niha baş u ter nehatiye naskirin. Berhemen wi tev nehatine komkirin ku rewşenbir u xwendevanen kurd fedeyek baş ji vi qedirbilinde pirçak bibinin. Xwendevanen kurd ta ve deme ji çeja/tama helbesta wi tam nekirine. Lewra gelek ji wan winda ne u me hay ji wan nin e. Herçenda ku carcaran li hinek derdoran çend helbest u destanen wi hatibine komkirin u çapkirin ji tevahiya berkaren wi ta niha ji nehatine berhevkirin.