li Roboskê
bavin hene kurê min
mîna guliyên daregulan şikestî
çawa tu navê zarokekî hildî
ber bi goristanê ve dibezînin
nebî tu ji bîr bikî dengên li eywana mayî
ku çengek ji giyanê wan e ji bo kewa berbangê
ku zarok bûn lawo ku berxik bûn
mîna geliyên dûr diteyisîn