"... Wexta em zarok bûn em li kaxizên cixareyan digeriyan. Em li kolanan digeriyan me digot em hezar kaxizî bidin hev û ji fabrîqeyê re bişînin wê ew jî ji me re hespê şeytên bişînin."
"Hespê Şeytên çi ye?"
"Li gundê me xortekî ji xwe re bisîkletek kirîbû. Wê çaxê kesekî ji me bisîklet nedîtibû. Melayê gund digot: 'Ev îcat ya şeytên e divê saet berî saetê ev hespê şeytên bê îmhakirin.' Ji ber van gotinên melayê gund êdî gundî ji qiloçên bisîkletê ditirsiyan ji tirsa lal dibûn û ji ser hişê xwe diçûn."