Çîrokên Alî Duran Topuz bi navê "Rû û Kûr" di kitebekê de kom bûn û
din av weşanên Avesta de derketin.
Paul Auster dibêje "tenê ew kesa/kesê dikare çîrokekê vebêje çîrokekê dijî." Çîrokên minîmal ên Alî Duran Topuz ji hinava vê zanînê olan didin. Hûr dibin gir dibin li mêrgên qeşimî û germ divenişin. Bi çavên kesên di tarî û dîrokê de mayî dinêrin. Ji şîna sedsalî ya Koçgirî heya kesên derketî û ji derbketî ji valahiya zemên heya qonaxên wendabûnê me li pey şopa hespekî kumêt digerînin. Dişibin axa sar a li ser gorreke nû û teze.
Kurmanciya Koçgiriyê diveje bi pênûsa Topuzî. Çîrokên kurt hevokên kurt bûyerên mezin li ser û binê rûpelan radibin pêledanê. "Rû û Kûr" ya li ser axê û ya di bin axê de dinehwirîne ku çîrok e û çîrokan vedibêje.
Rêyeke nû ye di çîroknûsiya kurdî de berê xwînêran dide hevrazên hebûnê.