Ji romanê
"Şopajo: "Em ê mêzekin" got û bêyî ku tiştekî din bêje hêdî hêdî ji wê rê dûr ket. Çend gav avêtin û xwe da ser kevirekî mezin. Li ser totikan rûnişt. Şewqeya xwe bi şûn de da. Qutiya xwe ya zivîn nexşandî ya titûnê ku wî hîn jî bêyî titûna zer a Mûşê nikaribû gûmek jî bikişandaya ji berîka şelwarê xwe yê qebardîn derxist. Girt nava
destê xwe mîna bi merasîmeke berbiçav vekir. Berê rêsiya titûnê nêzîkî pozê xwe kir. Bêhn kir. Behna titûnê kişande nava xwe. Behn di nava xwe de heps kir. Di pey re peleke gûlî ji desteyên pelî qetand.
Di nava tilîkên destê xwe yên çepê de û bi tilîkên xwe yên girêkê ve titûn lê raxist. Cixareya xwe bi kêf û bi baldarî pêça. Pelê cixareyê lê wergerand. Aliyekê pelî bi zimanê xwe şil kir. Careke din pel bi
titûna ve pêça û şidand. Keraxê şil bi aliyê din ve zeliqand. Serê pelê cixareyê lê wergerand û cixareya xwe ya qaçax kir nava lêvên xwe. Bi çaqmaqeke naylonî pêxist. Ji cixareya ku di nava tilîkên wî yên zerbûyî de gûmên mezin jê kişandin û dû bi ser xwe de hêdî hêdî berda. Bi hizirîn bi simbêlê xwe yê mîna serê tilîkên wî ên nîşanê û
navê zerbûyî re lîst. Di her firsendê de jî çavên xwe kuta xebata li ser tesbît a cih û lêkolîn a delîlan."