Dupişk
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      120
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13 x 19,5
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786052246153
    100,00 TL
    72,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Kitêba çîrokan a Burhan Tek bi navê "Dûpişk" derket. "Dûpişk" duyemîn kitêba nivîskar e berhema wî ya yekem "Nav" di 2016an de derketibû.

    Ji çîroka "Dûpişk"
    "Çawa dihat ez ewqasî hewl bidim tu mesrefan nekim li dibistanê
    tostekê nexwim ji dikanê çiqolatayekê gofretekê piskewîtekê nekirim roja îdiyê li sûkê kebab û doneran nexwim û nuha bavê min bibêje "lawê min têrî nekirê û divê tiştekî hêja ez jî li ser zêde bikim!" ya hesabê min şaş bû ya bisiklêt pir buha bû. Em gihîştin
    malê. Bavê min mesele ji diya min re jî vekir. Ji bo ku min li ser bisiklêtê ragirtibû hinek gazind dikirin. Diya min jî aliyê min digirt. Ji bavê min re got "hinek pereyê min heye nebû em ê wê jî têxin ser û bisiklêtekê ji lêwik re bikirin." Diya min heta nuha qet nîşanî min nedabû ku dixwaze bisiklêt ji min re bê kirrîn. Îşev wexta
    ku dît moralê min tune û min şîv jî nexwariye hew îdare kir û pereyên
    xwe yê ku ji bo rewşeke acîl hilanîbû wê ji bo min xurde bikirana.
    Piştî vê biryarê diya min bi bişîrînekê li min nerî û pirsî "îcar jî tu tiştekî naxwî tu hîn ne birçî yî?" Diya min wek diya her kesî bi min zanîbû. Zanîbû ez birçî me û ji ber ku moralê min xera bûbû mahdê min nediçû xwarinê. Rabû çû midbexê. Hîn tîn di xwarinê de hebû ne hewceyî germkirinê bû. Danî ser sifreyê ji min re anî. Îjar ma ku bibe roja lehdê û ez û bavê xwe bi hev re herin sûkê û ji min re bisiklêtekê bikirin. Bavê min tenê roja lehdê betal bû û ji bo wê rojê jî divê ez sê rojên din bisekiniyama. Gelo wê kengî bibûya lehd."
    Ürün Kategorileri
    "BURHAN TEK" - DİĞER ÜRÜNLER
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
    Güvenli Alış-Veriş
    Sosyal Medya
    © 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır