Di Navbera Mêjû û Efsaneyê de" çap bû.
Kela Dimdim û serhildana Emirxanê Lepzêrîn yek ji rûpelên zêrîn ê
tarîxa kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê serhildana ku yek ji nîşane û
nimûneya herî mezin a xweragirtin û xweavakirina neteweyê kurd e heta
çend salên dawî bi zimanê kurdî zêde lêkolîn nehatine kirin Kela
Dimdimê bêhtir di çarçoveya folklor û edebiyata devkî de maye.
Bereksê kurdî hê wî çaxî (1609) çavkaniyên girîng ên farisî hene. Yek ji van "'Alem Araya 'Ebasî" ya Eskender Begê Turkmen Munşiyê Şah Ebas ku nivîskar bixwe di yekem dorpêçkirina Kela Dimdimê de pişikdar bûye. A duyem "Ruznameya Mela Celal" e ku nivîskar munecimê Şah Ebas e pir
nêzîkî wî ye û pê re pişikdarî gelek şeran bûye. Herdu jî wek romanên
tarîxî dorpêçkirin û şerê kelê xweragirtin û berxwedana Emîrxanê
Biradostî pir xweş radixin ser rûpelan.
Elî Teter Nêrweyî ligel wergera beşên li ser şerê Kela Dimdim ên van herdu kiteban pêdaçûyinek di mêjûya Sefewiyan de dike berê me dide pêwendiya kurd û sefewiyan a berî şer bi tafsîlat li ser hersê
serhildanên Dimdim komkujiyên piştî şer guhertina demografya
Kurdistanê û qirkirina Mukriyan disekine.
Di beşa dawî a kitebê de kevintirîn beyta Dimdim a Feqiyê Teyran ku bi
serhildanê re hevçerx e beytek ji devera Dihokê û du stranên li ser
Dimdim jî hene.