Nivîskarê vê kitêbê Yaşar Kaplan demek dirêj e li ser folklora Kurdî dixebite û di vê mijarê de gelek materyal berhev kirine. Di nava van materyalên berhevkirî de gelek beyt û destanên Kurdî jî hene. Nivîskar ji van beyt û destanan 12 hebên wan di vê kitêbê de bi cih kirine. Ji wan destanan yek Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn e ku girîngtirîn destana netewî ya Kurdî tê qebûlkirin.
Destana Kela Dimdim teza lîsansa bilind ya nivîskarê vê kitêbê ye jî. Ji bilî destana Kela Dimdimê destanên wekî Mem û Zîn Sitî û Ferx Hespê Reş Yûsif Pêxember Avdel Umeran Şerê Kolana Qumriyê Hetem Birahîmxanê Hekarî Îbrahîmê Kurê Hz. Mihemed (s.) Şêx Ebdusselamê Barzanî û Şerê Çeliyan û Tiyariyan jî di vê kitêbê de cih girtine.