Ji bo herkes li ber min rabe û bêje kerem bike li helbestên min binêrin û bêjin weeeeyyy! ya tu heya niha li kîjan qulê de mayî em li esmanan li te digeriyan lê me tu li ser rûyê erdê dîtî te çawa ev şahesera nivîsiye lê li bin axê de veşartiye û ez jî bi bişêrî di bin simbêlan de "na lo hûn abartmîş dikin" bêjim min helbestên xwe dan ber hev û weşanxane û weşanxane geriyam. Ez bêjim deh tu bêje bîst ez bêjim bîst û tu bêje çil.
Gava min digot dosyayeke min heye ji bo çapê ji min dipirsîn:
"Cureyê wê çi ye?"
-Helbest e.
-Na.
(kul û ta)
....
-Polîtîka me ya weşandina pirtûkên helbestan tuneye.
(Ez bimîzim polîtîkaya we). Min ev di dilê xwe de got.