Serpêhatiya kurdên Sovyetê ji aliyê çand û wêjeyê ve nemaze ji aliyê edebiyata kurmancî ya modern ve çavkaniyeke girîng e. Ev berhem pêşî şert û mercên çêbûna vê edebiyatê lêdikole paşê jî bi baldariyeke rexneyî berê me dide nav metnên ku wê demê hatine afirandin û li pey şopa teşegirtina îmaja ermenî ya di wêjeya kurdên Sovyetê de dikeve. Di heman demê de di bin siya wêjeyê de li ser têkiliyên Yekîtiya Sovyetê û kurdan jî agahiyên muhîm dihewîne û bandora îdeolojiya sosyalîst a li ser estetîka edebiyata wê demê jî nîşanî me dide.