"Abdulla Peşêw yek ji helbestvanê herî mezin ê edebiyata kurdî ye ku di asta cîhanê de nûnertiya helbesta kurdî dike...
Bêguman Peşêw ji bo bigihîje vê astê ne tenê di nav gol û rûbar û bîrên zimanê kurdî de avjenî kiriye di heman demê de xwe noqî derya û oqyanûsên cîhanê jî kiriye û bi rêbaz û teknîkên nû bergehên teze li ber helbesta kurdî vekiriye û vedike. Ji ber vê Peşêw bi nûnertiya deng û rengê kurdan îro di nav senfoniya helbesta cîhanê de bi awazê xwe yê taybet xwedan cihekî girîng e. Jixwe raza cîhanîbûna wî jî di vir de ye.
Şevnameya Şa'irekî Têhnî cildê yekem ê hemû berhemên Abdulla Peşêw e. Di vê cildê de pênc berhemên şair ên bi navê Hêsir û Birîn Pûta Şikestî Şevnameya Şa'irekî Têhnî Diwazdeh Wane Ji Bo Zarokan û Çend Şi'rên Qedexe cih digirin.