Tofan di edebiyata kurdî de parçeyê tradîsyoneke kêmceribandî ye. Ew satîrek e. Wekî gelek satîrê pala xwe dide rexneyeke siyasî. Mirov dikare wê di nav silsileya metnên wek Meseley Wijdan û Le Xewma de bihesibîne. Di nav atmosfereke fantastîk de fanatîzma polîtîk û li ser vê esasê di nirxên civakî de peydabûna pûçbûn û rizîbûnê kaos û tofanê nîşan dide.