Di ola me de qet ne hin kolejar
Ne hin cirîtî hem ne hin bendewar.
Mirovên reş û gewr hemî wek hev in
Ji yek dê bav in hemî yek reh in.
Ne kesra me îro ne jî qeyser im
Ne xaqan û şah im ne jî begler im.
Xudayê dilovan bi navê xwe ke
Tu Tîrêj ji rehma xwe bêpar meke