Tiştekî ku ji bo edebiyata modern bibe "zanîn"ek heye? Ew warê ku jê re poetîka teoriya edebiyatê an jî edebnasî tê gotin bi pêvajoyeke çawa ve girêdayî ye? Ji ber çi ji bo huner û edebiyatê ewqas riyên cuda hene? Şîrove metin wate edebîtî erkê edebî cure peywend zewq xweseriya estetîk resenî teqlîd û hwd. ji bo teoriya edebiyatê çi îfade dikin?..
Destpêkek Ji Bo Zanista Edebiyata Modern di ber van pirs û yên wekî van de li ser têkiliya modernîteyê û edebiyata modern; li ser têgehên bingehîn ên teoriya edebiyatê û her wiha li ser rengîniya rê û rêbazên rexne û teoriyên modern serê xwe diêşîne. Li ber dide ku bi zimanekî îronîk û hêsan serî bi zehmetî û mirûztehliya kêşeyên teorîk re derxe. Bi vî rengî hem ji bo meraqdarên edebiyatê ji bo xwendekarên lîsans û lîsansa bilind dibe referansek û hem jî ji bo kurmancî mimkuniya zimanekî raveker nîşan dide...