"Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde" ji alîyekî ve romana evîna yekalî ji alîyê din ve jî romana têkoşînê romana nerît û tolhildanê ye. Em di romanê de hewldaneke mezin û derasayî dibinin ku di nav bêderfetiyê de li derfetê digere û ji bo peydekirina 'Mishefa Reş' her tiştî dike. Em dikevin perestgehên kevn ên rojê û şervanên ku bi pêyên xwe tîran diavêjin û kodên di nav bazbendê de veşartî dibinin. Û pê re jî zimanekî sade vegotineke pijiyayî û velezîna ku ji ber honakê derdikeve holê.
Ev serborîya ku di dem û çaxên pir dûr û kevn de diqewime; serborîya ku digel aliyên rastî û xeyalî ên lehengên xwe li ser tiştên mukemel dihizire di îro de jî didome û roman bi vî awayî dibe vegotina serborîya roja îroyîn.
Helbet mirov dikare xwendinên cudatir bike. Dîrok. Ji dîrokê bêtir cografya dabûnerît lehengên rastî û yên ku xwedî hêzên derasayî ne bajarên antîk zengînîya ku ji ber hêmanên etnografîk pêk tên û sêhr û çanda bîrûbawerîyê di nav heman honakê de derdikevin pêşberî me. Teksteke wisa hatiye afirandin ku ji wêjeyeke ji dîrokeke ku hebûna wê nayê qebûlkirin nehatiye dîtin û xeyala wê nehatiye kirin peyde bûye. Loma jî dê Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde bale bikişîne ser xwe û em ê behsa wê bikin.