Maçkara Salih Yılmaz Ji Weşanxaneya Lîsê Derket!
Maç dîreksîyonê haletê cotkirinê ye. Destê maçkar bi maça kotanê ve ye û li gorî rewşa erdê û xetê carinan wê radike carinan wê ber bi erdê ve dike û carinan wê bi alîyê rastê û çepê ve dike. Bi gotineke din maçkar rêveberê karê cotkirinê ye. Di vê romanê de jî Herdem dibe maçkara gund û gund bi rê ve dibe. Ji xwe karê cotkirinê bê hodax nabe û hodaxên maçkarîya Herdemê jî Bişar û Bedîh û Rûmet in. Herdem dixwaze maçkarîya jinan li gundên derdora xwe jî belav bike û çi ji destê wê û hodaxên wê tê dike. Gava xwendevanên mêr romana Maçkar bixwînin dibe ku mêrbûna wan ji wan re bibêje: "Ma dibe mêr hodaxîya maçkarîya jinekê bikin?" Ji xwe armanca nivîskar jî ev e ku bi romana Maçkar maçkarîya jinan bike tiştekî ji rêzê.