Di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne; yan jî hêzekê dide sehekên xwîner û xwîner bi çêjeke din dihisîne. Yar û neyar dixe mêzîna hîçîyê. Mîna morîkên gerdenîyekê bi vegotinê bendeke dîtir çêdike li hember dorpêçkirina bajêr. Bi vî awayî atmosfereke bênavendî ava dike. Û weku armanca wî ew be xwîner didahfîne wê navenda ku lê metalîk xav kal û bêgiyan in çek; bêgiyan e neyar lê Amîda evê nabêje yan jî ev ne li ser bala wî ye; berê wî li hin tiştên din e bi tiştinî din mijûl e. Serqisê ew bi bêhna axê vizîna bê rîtma zemên êş û azara mihacirîyê dadikeve yan jî bi tu tiştî danakeve lê bi me werê tê.
Dîyalog û monologên gelekî seyr ên rêya xwedîtinê di awêneyekê de didin mirov rê didin mirov ku xwe bibîne bê çi li xwe dike bar; çi li wî bar e. Îrfan Amîda ne tenê jîyanê baş dibîne ew raste rast wê bi mirov dide jîyandin jî.