Îhsan Colemêrgî vê carê berê me dide deşta Geverê û ji wê derê jî li zomê û zozana Meydanbelekê me dike mêvanê Momê û Keleşê şivan. Çîrok xwe dispêre stranekê û stran bêbextî û buxtanekê ji me re eşkere dike.
Em karin bibêjin Mamê Îhsan ketiye dû stranekê na na çêtir e meriv bibêje daye dû zêmarekê û berê me daye milên dol û berdolên Cêloyê serî di ser ewran re; em di ser kevîyên berfê re borandine li şûnpêyên pezkovîyan di hisar û revzên zinar û zaxan re derbas kirine di derî û gelîyan re em gihandine ser terazinên mêrg û kanîyên tezî em kirine mêvanê dilê bêrîvaneke welê ku keçeke li mala bavê xwe mîna ezîzeyekê bi qudreta Xweda bi pistanên xwe berxekî sava ê li maka xwe neban şîrmij dike bi delalî û spehîtîya xwe keran bi guh koran bi çav û lalan bi zar dike.
Ev şengebêrîvan bê guman Momê ye. Îhsan Colemêrgî jî me dide pê çîroka Momê û bê guman di pişt perdeya wê serpêhatîyê de hoz û eşîrên herêmê jîyana êl û eşîrîyê û hevrikî û rakêşanên wê jî bi hostayîya xwe a dîrokzanekî şareza raberî me dike.