Romana Bêhna Dara Sincê çaremîn romana Dilawer Zeraq e. Roman li ser jîyan û serborîya Cindî û Rûstem dimîne; ku di qonaxeke zaroktîya xwe de bi awayekî ji awayan rastî hev hatine lê piştî demeke kurt ji hev dûr ketine û piştî gelek qonax û serborîyên takekesî û ji hev cihê qonaxeke jîyana wan car din li zindanê gihîştiye hev; û ji wê qonaxê şûnde êdî ew bi xwe di ser zaroktîya xwe re behsa qonaxên jîyana xwe dikin ku tê de tirs hêz hezkirin pir xweşikî darî çavan e û gelek reftarên wan ên psîkolojîk û takekesî û pêkanînên wan dîyar dike.