Ev seta folklorê ji 4 pirtûkan pêk tê. Di pirtûka "Gotinên Pêşîyan" da nêzî heşt hezar gotinên pêşîyan li gorî mijarên xwe hatine tasnîfkirin û ray û ramana gelî nîşanî me didin. "Zargotina Kurdên Sûrîyeyê" destan beyt serpêhatî stran mamik û zogotinokên Rojavayê Kurdistanê yên sala 1982'an raberî me dikin. "Çima Deve Xeyîdî?" 21 çîrok û 21 ders e ji me ra. "Sêxiştîyên Xorasanê" ji wan gelî û newalên dûr newaya gotinên Kurdî digihîne ber guhên me.
1. Gotinên Pêşîyan Berhevkar û Amadekar: Prof. Dr. Ordîxanê Celîl Prof. Dr. Celîlê Celîl
2. Zargotina Kurdên Sûrîyeyê Berhevkar: Prof.Dr. Celîlê Celîl
3. Çima Deve Xeyîdî? Prof.Dr. Celîlê Celîl
4. Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan Berhevkar: Prof.Dr. Celîlê Celîl Gulê Şadkam