Poêma Şêxê Sen'anîyan cewhereka edebîyeta kurdan e. Ew di sedsala XVI-an da bi destê helbestvanê klasîk Feqîyê Teyranî hatîye hûnandin. Ev nivîsa payeberz li ser evîna sofîyekî berketî û bihutî Şêxê Sen'anîyan e. Şêx bi berxwedana mezin bi zor û zehmetê pîrozîya evîna xwe îspat dike û dilê keça xaçparêz bi evîna xwe tijî dike û digihîje mirazê xwe.
Bi bandora vê nivîsarê helbestvanekî bi navê "Xemgîn"î poêm bi hunera nezîreyê xemilandîye û ducar berfireh kirîye bendên çarînan gihandîye 701ê.