"Dengbêj Huseynê Farê hozanekî helbestvan e. Kilam stranên xwe digel dengê tembûrê distrê. Kurdîya Kurmancî bi xêra van berhemên devkî gihîştîye roja me ya îro. Ji van olanan awaza dengbêj Huseynê Farê dengekî xweser e. Nalîneka dûr û dirêj e û zarîneka êşbir e ku ji gelîyine kûr tê. Gewrîyeka mişt bi sebr û sebatê dagirtî..."
Di vê pirtûkê da jîyan û hunermendîya Huseynê farê li ber çavan hatîye raxistin herweha gotinên kilam û stranên wî hatine deşîfrekirin. Ayhan Meretowar li ser gelek meseleyên kilaman sekinîye û ew jî li ber me raxistine û cure û awayên wan dîyar kirine.