Lorî ew cure helbest in ku dayik li ser dergûşa zarokên xwe bi newayeka xweser dibêjin. Lorî ku berhemên folklorî ne ji sebîyan ra dibin alîkar ku bi rehetî rakevin û bikevin xewa şîrîn. Ji ber ku di strana lorîyan da ahengeka rîtmîk a newayî jî heye û dayik bi awayekî ji awayan mîna stranbêjan dilorînin pêdivîya muzîkalî ya sebîyan jî deruhte dikin.
Ayhan Meretowarî li gorî taqet û mecala xwe bi armanca ku giranî û girîngîya lorîyên me li ber çavên me raxe xebatek amade kirîye. Wî di vê xebatê da ji gelek kesan lorî berhev kirine û tesnîfa wan kirîye.