Nifir û dua du beşên têkildar ên Folklora Kurdî ne. Ev pirtûk bêhtir nifir û duayên herêma Amed û Mêrdînê dihewîne. Di vê xebatê da nifir û dua li gorî mijara xwe hatine senifandin. Rêjeya nifiran ji duayan gelek zêdetir e. Gelî ji duayan bêhtir nifir kiriye mirov di van nifir û duayan da gelek reng û rûyê raman û hestên civaka Kurdan dibîne.