Zûgotinok beşek ji Folklora Kurdan e. Ji bo rewanîya zimên ji bo hişyarî û baldarîya dafikên zimên ji bo kêf û coşa lîstik û çîrok û xebroşkan tên gotin. Di vê pirtûkê da "188" zûgotinok hene. Ev zûgotinok hinek jê resen in hinek jê jî yên lîstikan in.
"Heft hirç
her heft hirç
pişt bi pirç."
"Kurm qurm qul kir."
"Sê sed û şêst û sê şemî."