Di vê pirtûkê da 10 xebroşkên herêma Qerecdaxê hene. Mehpûs Serhedî bi salan e li wê herêmê berhavkarîyê dike. Mirov wextê van xebroşkan dixwîne nema xwe digire û bi dû wan lehengan dikeve. Zimanê Meta Şemsê bi çêj û ekla xwe xebroşkan xweştir dike.Dibê padîşak hebû û sê lawên wî bûn. Paşa mir van her sê lawana li ser malê xwu qumarê lîst. Mal wenda kir birçî ma. Go:"Wele em ê rabi herin kar."Her sê çû nirî genimkî wer li dar i hatî ber çinînê û hema dasê xwu girt û pê ket û çinîn. Go:Xwedyê wî çaxa hat ewê heqê me bidi."Bê xwedyê wî çinîn. Çînîn çinîn nirî Pîrehût hat."Lo lo!"Xeber jê ra da go:"Ew genima bê xwedî yi win diçini?