Tu hatibûyî dîtin
Di dîwanên dengbêjan de
Tu dibûy mêvan
Stran li ser kirasên te
Awaz di çavên te de dirijiyan
Kul û xem li ser pora te
Sal û zeman
Li ser dilê te kevn dibû
Ka bêje
Ew kîjan dengbêj e
Evina Derwê û Edûlê
Ji boy te dikire diyarî Gulê...