Di wêjeya devkî de hin tilt ne ji bo belavkirinê bin jî divê ku bi zimanê xwe yê xweser û resen bên parastin. Ev pêkenokên ku di vê berhemê de cih girtine her wekî yên zimanên din ên cîhanê divê ku bên parastin. Wek hemû berhemên wêjeyî hemû hêmanên ziman di van pêkenokan de jî cihêrengiya kurdan berbiçav e ji lewre divê ku mayînde be jî. Ev demeke dirêj e ku ez li ser berhevkirin amadekirin û wesandina vê pirtûkê difikirim û dixebitim.