......
Keçên ku jiyana wan fedayê civakê bû li malan li ber derî û baxçeyan tenteneyê çêdikirin.
Bi hêviyên mezin li benda xwazginiyên xwe disekiniyan. Bi hêviya jiyanek xweştirîn û serfiraztirîn... Ji bandora bav bira ap xal û diya xwe kerîxî bûn dixwestin ku jiyanek serbixwe avabikin. Bi qasê vê jiyana serbixwe tenê rêyek didîtin ew jî bi mêrek ku dê bibûya bavê yekî birayê yekî ap û xalê yekî...
Çima ev tişt qet nedihat heşê wan nedihat zanîn. Belkî ji bandora ruhê bi kelepçe belkî jî ji daxwaza azadiya derûniya xwe.
Û diketin pê kesê yekemîn ê ku wan dixwest diçûn. Bê nasîn û bê hezkirin. Belkî jî bi hêviya serbestiyek ji hezkirina serfirazbûyînê...
.....