Etem Xemgîn di sala 1947an de li gundê Harûnan (Harunuşağı) navçeya Arqayê (Akçadağ) ya parêzgeha Meletiyê hati-ye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe dibistana navîn û lîseyê li Dîlokê (Antep) dixwîne. Lê ji ber doza xwînê û hevkuştinê digel malbata xwe koçî Stenbolê dibe.
Lîseyê li Stenbolê temam dike û derbasî zanîngehê dibe. Beşa Mafdariyê (Huqûq) xilas dike û dest bi parêzeriyê dike. Ji ber problemên siyasî û zoriyên li ser wan di sala 1980yî de koçî Ewropa dibin. Di 29ê Kewçêra 2018an de li Kolna Almanayê wefat kir.