Valahî û dem bêdawî ne; ango ya rast ne mimkin e ku tiştekî bi navê dem û valahiyê hebe divê em dem û valahiyê ji gerdûnê derxin. Der barê vê mijarê de tu pirsgirêk heye?
Parîsê got:
Di mijara valahiyê de tu pirsgirêk tune ye; hişê min dikare wê beşê bipejirîne. Bi kurtî tu dibêjî "valahiya tune ye wê li gerdûnê zêde meke..."
Belê eynî wisan dibêjim. Ji ber ku em bi hevokên wek "Here û here û here... bi tu awayî dawiya gerdûnê nayê" û bi têgiha demê ya ku di rastiyê de tune ye difikirin em gerdûnê wek bêdawî dipejirînin û hişê xwe şêlo dikin. Eger em demê û valahiyê ji gerdûnê derxin û ew gav bifikirin dê têgihîştina me ya der barê gerdûnê de pir biguhere.