Ajovanê texsiyê qeyê ji gotina min a "Qet bêhna xwe nede û heta gundê me bajo" fam kiribû ku ez dixwazim kêliyekê zûtir bigihîjim wê derê erebe pir zû diajot. Min ji bo li gund bi xweynim li bajêr çend pirtûkên nû stendibûn. Min yek bi yek li nav û bergê wan nihêrt. Ji wan pirtûka Amin Maalouf a bi navê Semerkand bala min kişand min pelê wê qelibandin. Gava ku min çarîna Omer Xeyam a Bibêje li dinyayê kê guneh nekiriye/ Bibêje bêyî gunehan mirov dikare bijî/ Ku tu yê ji min re bibêjî xerab û li ser min xerabiyan bikî/ Bibêje Xwedayê mezin çi ferqa te dimîne ji min ya ku nivîskar di destpêka pirtûkê de nivîsîbû xwend gotinên Harûn di guhê min de kirin zingînî û heta dawiya rêwîtiyê jî ji hişê min derneketin...