Vaye diçim dinya
diçim piştî demekê û li pey xwe nameyzênim
bê gazinde me
bi xwe re dibim awirên xwe yên hişîn
bi xwe re dibim gilî û gazindeyên xwe
bila ji te re bimîne kewna te
bi xwe re dibim xeyalên xwe
ez ê hesretên xwe di nav biskên hinekirî de bihûnim
û ez ê stêrka xwe ya vemirî li ber çemê Miradê berdim
me li hev nekir û vaye diçim.