Çiya. Welat. Ax. Dost. Jiyan. Vejîn. Hebûn. Şer. Mirin û cardin welat. Ey welat ez di hembêza te de me. Di dilê te de me. Em bûne yek. Giyanê min. Hestê min. Canê min. Radestî te ye. Ji bo te fedaye. Ey welat hêzê bide min. Henaseyê bide min. Bi destê min bigire. Min rake ser piyan. Ronahiyê bide min. Rê bide min. Rê li ber min veke. Nehêle ez li ser vê axa germ bimirim da ku ez destanê êş û xemgîniyên te janên te binivîsim. Min ji xewa mirinê hişyar bike. Da ku strana azadî û berxwedanê bibêjim. Bihêle ez helbest û nalînên te binuhirînim. Welato binihêre em di hembêza te de şer dikin. Jiyana me vejîne hebûne newaya bextewariyêye.
Ey welato heta kuderê dilîtî bindestî. Emê di ber te de bimirin. Heta ku tarî jarî serdestî li ser dilê te hebe emê ji bona azadiya te qefil bi qefil têkevin dora mirinê. Ey welatê ku me pir ji te hez kiriye...