Antolojiya Edebiyata Kurdî bi vî beşê xwe yê duwemîn asoya Ziman û Edeba Kurdî berfirehtir dike. Di vî beşî de rengînî û pirdengiya edebiyata kurdî şênbertir dibe û yekcar vediguheze okyanûseke edebiyatê ya kûr û bêbinî; ji rohilatê welêt bigire heya roavayê welêt; çi bakur û çi jî başûr; rûpelên antolojiyê; bi nivîsên zaravayên kurdî yên kurmancî dumilî û soranî tên dagirtin. Agahiyên ku di navê de ne me hildide ser milên xwe û me dibe li nav welêt û carina jî sirgûniyê vedinişîne; geh dike mêvanê xemgînî û endîşeyê geh jî yê kêfxweşî û henekê.
Antolojiya Edebiyata Kurdî - II jî dê mîna cildê yekemîn dewsa valahî û kêmaniyên ku hene tijî bike dê qelîş û birînên ku li ser dilê ziman û edeba kurdî vebûne bi hêza zanîn nivîsar çîrok şihîr û pênûsşorên ku di nava xwe de hewandiye bicebirîne.