Meşîya...
Xwest bisekine li pişt xwe bizivire li çavên kujerên xwe binêre bila li eniya wî biketa gule.
Lê dîsa nezivirî li pişt xwe nenêrî.
Meşiya...
li bendê bû aniha wê bihata kuştin
aniha wê berikek ji agir ji devê demançeya li pişt serê wî derketa
li serê wî biketa û aniha ewê deverû dirêjê erdê bibûya..