Dîroka Êzdiyan diyar dike kû me di demên berî Xaçperezî û Misil-maniyê de jî di gelek wextan û li gelek heremên Kurdistanê de bi qehremanî Kurdiyatî û Êzdiyatiya xwe parastine. Dil dixwaze bi zanibe ka ji ber çê weha neyarên Êzdiyatiyê di her wextî de Êzdî Misilman û Olên dinê bere hevûdin dane? Belê taqeta min bitenê nagîje bersiva vê pirsê lê ez dikarim niha hinek pelên dî-rokê bi taybetî yên dema Împaratorên Osmaniyan hatine Kurdistan talan kirine û heta vêga ka dîroka berxwe-dan û helandinan Êzdiyan di Kurdistanê de çewa hatine diyar kirin? Bigelekî kurtayî ji xwen-devanan re bidime berhevûdinê. Di dema kû Osmanî hatine (1300-1920) bi şûrê zorê Kurdistan dagir kirine ewan hingê bêtifaqî û neyartî xistine nava gelên li Kurdistanê. Di wê demê de gelek netew di bin destên dewleta Os-maniyan de hebûne. Hingê gelek ji wan netewan dikaribûne di he- remên xwe de carnan berpirsyariya xwe ye serbixwe jî bikin. Lê çi gava Êzdiyan di nava vê Împaratoriyê de li ber xwe dabe ew ji aliyên netewên nexêrxwaz ve bi her hawayî ve hatine perçiqandin. Hîna di wê demê de Osmaniyan bi zanistî hinek heremên Kurdis-tanê dane destên hinek begên kurdên Misilman. Ewan Begên olpe-rest û nezan jî gelek caran kurdên Êzdî qetilkirine. Koçberbûn û ta-lankirina Êzdiyan hîna di demên kevn de û zêde jî di wexta barba-rên Moxilan (tirkên Mongolîstanê di sala 1252 an) de berdewam kiriye. Ji ber van şerên berxwedanên Êzdiyan yên netewî Êzdî dîsa di dema Sultan Murat II (1421-1451) û Êdrîsî Bitlîsî de jî koçberî gelek cihan bûne."Êdrîsî Bîtlîsî (di sala 1514 ) Kurdên ji herema Hekkarî û Botan radike dibe li cihên wexta Tîmûr (tirkê Mongo-20