"şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî me dike. Şîzo; zarok e lîstik e evîn e hezkirin e. Frên e hevnîr e kevneşopî ye dewlet e rêgez e... Şîzo di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze rakeve lê ni kare rakeve an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke li gorî xwe jê dixwezin.
Pirî caran em di silsileya pêçokên li me hatine pêçan de winda dibin dikevin rewşekê ku em nekarin bêhna xwe vedin. Di rewşên bi vî rengî de vîna me ya jiyanê an refleksa me ya ber-xwedêriyê me mecbûr dike da em çareyekê bi-bînin. Ger em nikaribin biryareke qewîn bidin ji bo em ji nava tixûbên teng xelas bibin em ê ji xala xwe ya destpêkê paşdetir jî bigindirin. Gin-dirîna me ne ji ber neserketina me ye ji ber wê ye ku me hin tişt kêm hiştine.
Qebûlkirina wekî têkçûnê me di navbera bênasnametiyê û jiyanê de diguvêşe. Wekî kêma-siyek lê nanihêre deriyekî nû yê cerbandinê ve-dike dibe ku ji nû ve û bi caran derîyê ceri-bandineke nû vebike. Lê di dawiya her pêçokeyî de em rastî destpêka pêçokeyekedin dibin.
Xweafirandina kes belkî jî pêvajoyeke dijwartir e ji şoreşên civakî. Hewildana kes bi rû-birûbûna bi xwe û xilasbûna ji adetên xwe her çiqasî di xwe de asta pêşkeftina civakî-aborî ya derûdor welatê ku ew lê dijî bihewîne jî îs-tîsnayên wê jî hene.
Şîzo bi qebûlkirina serdestiya aqil re pevçûna di navbera aqil û hestan de ji xwe re dike xem pêşkeftina aqil nas dike û perspektîfeke rexneyî pêşkêşî me dike.